Adar 02, 2023 16:29 Asia/Tehran
  • Kupa Yekalîker a Inglîsê; Dewama serketina Manchester Unitedê û xatirxwstina Tottenhamê

Tîma fûtbolê ya Manchester Unitedê bi serketina li himber West Hamê, îzna beşdariya di qonaxa çaryeka fînalê ya Kupa Yekalîker a Inglîzê bi dest xist.

 Tîma fûtbolê ya Manchester Unitedê di pêşbirkeke li mala xwe de û do Kupa Yekalîker a Inglîzê şeva buhurî li hember West Hamê çû meydanê.

 Di vê pêşbirkê de, Manchester United di rewşekê de çû meydanê ku Manchesterê di 6 pêşbirkên xwe yên berê li himber West Hamê bi ser ketibû û şagirdên “Erik ten Hag” di vê pêşbirkê de li dû serketineke din a li nav malê bûn.

Di nîva dudyan û du deqîqeya 54’an de “Seîd Bin Rehman” rewş bo Manchester Unitedê, zehmet kir û bi golekê, West Ham xiste pêş lê berevanên West Hamê jî di bin zexta Manchesteriyan de bi şaştiyekê û golekê li keleha xwe, keleha xwe vekirî dîtin ku piştî 77 deqîqeyan encameke beramber bi dest xistin.

 Di rewşa ku pêşbirk gihêştibû deqîqeya 90’î şûta  Alejandro Garnacho top gihand kuncika keleha West Hamê da ku ev gola bibe sedemn şagirdên Erik ten Hag bi ser kevin.

Firêd jî beriya fîtîka dawiyê ya pêşbirkê, gola sisêyan a Manchesterê lêxist ku alîgirên Manchester Unitedê bi serketina 3-1 terka Old Traffordê bidin.  

 

Serepeyv