Sibat 28, 2023 19:40 Asia/Tehran
  • Cucutsûvanên îranî pênc mîdalên asyayî bi dest xistin

Endamên Tîma Neteweyî ya Cucutsûyê ya Îranê bi bidestxistina pênc mîdalan dawî li karê xwe di pêşbirkên Cucutsûya qaremaniya Asyayê da anîn.

Dora heftem a pêşbirkên Cucutsûya qaremaniya Asyayê bi beşdariya 550 cucutsûvanan li Bankoka Taylendê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Di dewama van pêşbirkan da roja Sêşemiyê Sohêyk Ekberpûr di 85 kg da mîdala zêr û Reza Şefî'î di +94 kg da mîdala zîv bi dest xist.

Beriya vêya Mêhran Settar, Sohêyl Ekberpûr û Reza Şefî'î di çiqa Noaza'yê da dê mîdalên bronz bi dest xistibûn.

 

Serepeyv