Sibat 28, 2023 15:28 Asia/Tehran
  • Bijartiyên Festîvala Navneteweyî ya Xwarezmî’yê hatin nasandin

Bijartiyên dora 36an a Festîvala Navneteweyî ya Xwarezmî’yê bi amadebûna Serokê Komara Îslamî ya Îranê hatin nasandin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Rêûrisma danasîn û qedrlêgirtina bijartiyên dora 36an a Festîvala Navneteweyî ya Xwarezmî’yê bi amadebûna Seyid Îbrahîm Reyîsî serokkomar, Muhemed-Elî Zolfî-Gul Wezîrê Zanist, Lêkolîn û Teknolojîyê, Hesen Zemanîyan Serokê Rêxistina Lêkolînên Zanistî û Pêşeyî ya Îranê û hejmareke serokên zanîngehan, lêkoler û bijareyên zanistî îro li Tehranê hat lidarxistin.

Festîvala Navneteweyî ya Xwarezmî’yê ku ji sala 1988an va ji aliyê Rêxistina Lêkolînên Zanistî û Pîşeyî ya Îranê va xebata xwe dest pê kir, sazûkareke kêrhatî ji bo naskirina planên neteweyî û rêzgirtina li wan lêkoler û dahêneran e ku bi zanista xwe roleke girîng di aramî û ewlehiya cîhana tevlihev a îro da hene.

 

Serepeyv