Sibat 26, 2023 13:40 Asia/Tehran
  • Tîma Neteweyî ya Beskitbola Îranê îzna beşdariya di Kupa Cîhanî ya 2023an da bi dest xist

Tîma Neteweyî ya Beskitbola Îranê bi derdana Qezaqistanê li hemberî Australyayê, destûra beşdariya di pêşbirkên Kupa Cîhanî da bi dest xist.

Li gorî nûçeya Fars News’ê, Qonaxa şeşem û dawiyê ya Kupa Cîhanî ya 2023an a Beskotbolê di halekî da dest pê bû ku tîma neteweyî ya Qezaqistanê li Melbornê çû pêşberî tîma bihêz a Australyayê û bi encama 53-98 derda wê.

Bi derdana qezaqan di vê pêşbirkê da, Tîma Neteweyî ya Beskitbola Îranê destûra beşdarîya di Kupa Cîhanî da bi dest xist û êdî encama pêşbirka Îran û Çînê ti bandorekê li vê yekê neke.

Kupa Cîhanî ya 2023an dê sala bê li sê welatên Japon, Fîlîpîn û Endonezyayê were lidarxistin.

Tîma Neteweyî ya Beskitbola Îranê ji sala 2010an û vir va beşdarî hemî dewreyên Kupa Cîhanî bûye.

 

 

Serepeyv