Sibat 26, 2023 10:08 Asia/Tehran
  • Sûperlîga fûtbola Inglîzê; Manchester City’ê ji Bournemouth’ê bir

Tîma fûtbola Manchester City’ê di pêşbirkeke derveyî malê da ji tîma Bournemouth’ê bir.

Di pêşbirkeke herî girîng a hefteya 25an a Sûperlîga fûtbola Inglîzê da, tîma Manchester City’ê şeva derbasbûyî di pêşbirkeke derveyî malê li werzîşgeha Vîtalîtîyê çû pêşberî Bournemouth’ê û bi encama 4-1 ji vê tîmê bir.

Şagirdên Guardiola ji bo ku bikarin xwe nêzikî serê xişteya rêzebendiyê bikin, hewcetiyeke zehf bi sê puenên vê pêşbirkê hebûn. Ji aliyê din va, tîma Bournemouth’ê jî ji bo ku xwe ji qada xeterê di dawiya xişteyê da dûr bike, di vê pêşbirkê da li dû bidestxistina puenan bû.

Lê Sîtîzênan di nîveka yekem da karîn bi sê golên ku avêtin, serkeftina xwe teqil bikin.

Niha Manchester City bi 55 puenan di rêza duyem da û Bournemouth jî bi 21 puenan di rêza 19an a xişteya Lîga Giravê ya pêkhatî ji 20 tîmî da cih girtiye.

 

Serepeyv