Sibat 25, 2023 16:07 Asia/Tehran
  • Kapa Guleştê ya Vardanîyan; Guleşkirên îranî 4 mîdal bi dest xistin

Guleşkirên îranî 4 mîdal di Pêşbirkên Navnetewî yên Guleşta Azad ên Kapa Vardanîyan da bi dest xistin.

Pêşbirkên Navnetewî yên Guleşta Azad ên Kapa Lîva Vardanîyan îro û duh li şarê Êrwan paytexta Ermenistanê hat lidarxistin.

Emîr- Elî Pûladî di kêşa 125 kîlogramê da mîdala zêr bi dest xist û Hisên Mihemed- Aqayî di kêşa 74 kîlogiamê û Ebolfezl Babalû di kêşa 97 kîlogiram êda mîdala zîv bi dest xistin û Şejdad Xosrewî jî di kêşa 61 kîlogiramê da mîdala boronz bi dest xist.

Ji hêla din va, werzişkarên îranî di Pêşbirkên Karateyê yên Wan Fujeyre-2023yê da karîn 9 mîdalan bi dest bixin.