Pêşbirkên Guleşta Ferengî yên Misrê; Guleşkirên îranî 2 mîdalên zêr bi dest xistin
3 guleşkirên îranî di Pêşbirkên Guleşta Ferengî yên Renkînga Yekitîya Cîhanî li Misrê da pişikdar bibûn ku 2 mîdalên zêr bi dest xistin.
Dewra duyê ya Pêşbirkên Renkînga Yekitîya Cîhanî ya Guleştê di sala 2023yê da ser navê Kapa Ibrahîm Mistefa li Misrê hat lidarxistin.
Beşa Ferengî ya wan pêşbirkên guleştê duh hat lidarxistin ku ji Îranê 3 guleşkir tê da pişikdar bûn. Mêysem Dêlxanî di kêşa 63 kîlogiramê da û Mihemed- Hadî Sarevî di kêşa 97 kîlogiram êda mîdala zêr bi dest xistin. Mihemed- Riza Gêrayî jî di kêşa 72 kîlogiram êda derbasî qonaxa rêzebendîyê bû lê ji ber pirsgirêka fîzîkî nekarî di pêşbirkê da pişikdar bibe û di rêza pêncan da cî girt.
Beşa Azad a Pêşbirkên Renkînga Yekitîya Cîhanî ya Guleştê di sala 2023yê da ser navê Kapa Ibrahîm Mistefa jî yê îro dest pê bibe.
Yasîn Rizayî di kêşa 61 kîlogiramê, Hisên Ebûzerî di kêşa 74 kîlogiramê, Emîr-Hisên Kawûsî di kêşa 79 kîlogiramê û Emîr- Hisên Fîrûzpûr di kêşa 97 kîlogiramê da ji Îranê di van pêşbirkan da pişikdar in.