Sibat 22, 2023 18:24 Asia/Tehran
  •  Qonaxa mazûvanîyê ya dewra Playoff’a fûtbolê ya Lîga Ewropayê

Qonaxa mazûvanîyê ya dewra Playoff’a fûtbolê ya Lîga Ewropayê dê îşev dest pê bibe û di yek ji pêşbirkên herî hestyar da yê tîma Manchester United’ê mazûvanîya Barcelonayê bike.

Piştî ku 8 tîmên serkevtî yên qonaxa bijartina yek ji şanzdeyan bi dawî hat, tîmên ku di rêza duyem a her komekê da cî girtine di pêşbirka Playoff’ê da pişkdar bûn û tîma rêza sisêyan jî di dewra wêdadayînê ya Lîga Konferansa Ewropayê da cî girt.

Tîmên rêzên sêyem ên Lîga Qaremanên Ewropayê jî di dewra Playoff’ê da pişkdar dibin.

Tîmên Arsenalaa Ingilîsê, Fenerbagçeya Tirkîyê, Reral Betis’a Spanyayê, Onyon Sen Galvaz’a Beljîkê, Real Sosyêdad’a Spanyayê, Faynord’a Holendê, Firaybûrg’a Almanê, Frans Varoş’a Hungaryayê ku di dewra komkî ya Lîga Ewropayê di rêza yekê ya koma xwe da cî girtibûn, bi awayekî rasterast di qonaxa bijartina 4 tîmên serkevtî da cî girtin.

Di vê navberê da “Elîreza Cehanbexş” fûtbolîstê îranî endamê tîma Faynord’a Holendê ye.

Pêşbirka fînalê ya vê demsala Lîga Ewropayê yê di 31ê Gulanê da li Pûşkaş Arena’yê ya şarê Bûdapesta Hungaryayê were lidarxistin.

 

Serepeyv