Sibat 22, 2023 16:25 Asia/Tehran
  •  Serleşker Mûsewî: Dê sînemager bikarin Arşîva Artêşê bi kar bînin

Fermandeyê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Dê sînemager bikarin Arşîva Artêşê bi kar bînin.

Fermandeyê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: “Gelek pişkên Arşîva Artêşê ji rewşa rêzebendiya nihênî hatine derxistin û ev yanî sînemager dikarin wan bi kar bînin.”

Emîr serleşker “Seyid Ebdurrehîm Mûsewî” Fermandeyê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja bi IRNA’yê ra di bersiva vê pirsê da ku têkiliya Artêş û Sînemayê di salên derbasbûyî da çawa bûye, got: “Ev têkilî gelekî kêm bûye û anegorî tişta ku dikarî di warê sînemayê da derfetên Artêşê bên bikaranîn û Artêşê jî dikarî Sînemayê bi kar bîne, xebatine gelekî kêm hatine kirin.”

Fermandeyê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di bersiva bo vê pirsê da ku gelo çalakên sînemayê dikarin Arşîva Artêşê bi dest bixin, got: “Gelek beşên Arşîva Artêşê ji rewşa rêzebendiya nihênî hatine derxistin û ev yanî sînemager dikarin wan bi kar bînin; hin beş hîn jî di rewşa nihênî da ne û teqez nikarin bên bikaranîn, lê beşên dikarin bikevin ber destê fîlmçêkeran.”

 

Serepeyv