Sibat 21, 2023 15:19 Asia/Tehran
  • Festîvala ‘Serwa Zîvîn’ derfetek ji bo nîşandana hunerên îranî yên nûwaze

Dora heftem e Festîvala Pêşeyên Destî û Hunerên Kevn a Fecrê bi navê ‘Serwa Zîvîn’ (Servê Sîmîn) li Mûzexaneya Neteweyî ya Îranê li Tehranê tê lidarxistin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Derdora 70 berhemên ji hunermendên 12 welatan û zêdetirî 300 berhemên nûwaze ji hunermendên îranî di dora heftem e Festîvala Pêşeyên Destî û Hunerên Kevn  a Fecrê da hatine nîşandan.

Ev festîval bo heyama neh rojan ji 15 heta 23ê Sibata 2023an li Mûzexaneya Neteweyî ya Îranê didome.

Hunera destan a îranî ya resen û cil û bergên qewm û etnîkên Îranê jî di dora heftem e Festîvala Pêşeyên Destî û Hunerên Kevn  a Fecrê da hatine nîşandan û tûşî pêşçwazîya baş a seredaneran bûye.

Rêûrisma rêzgirtina li serkeftiyên vê festîvalê dê êvara Pêncşemiyê li Birca Mîladê ya Tehranê were lidarxistin.

 

Serepeyv