Sibat 21, 2023 14:28 Asia/Tehran
  • Lîga fûtbolê ya Qaremanên Asyayê; Tîma ji Îranê ji tîma erebistanî bir

Tîma “Foolad Khuzestan”ê ya Îranê di qonaxa bijartina 8 tîmên serkevtî ya Lîga Qaremanên Asyayê da ji tîma Al Faysali’yê ya Erebistanê bir û derbasî qonaxa din bû.

Qonaxa bijartina heşt tîmên serkevtî ya Lîga Fûtbolê ya Qaremanên Asyayê şeva buhurî hat domandin û di yek ji wan pêşbirkan da Tîma “Foolad Khuzestan”ê ya Îranê derket pêşberî tîma Al Faysali’yê ya Erebistanê û 1- 0 jê bir.

Di vê pêşbirê da ku li werzişgeha Samama’yê ya Qeterê bi hekemtîya hekemekî ummanî hat lidarxistin, “Sasan Ensarî” di xuleka 64’ê da golek ji bo Tîma “Foolad Khuzestan”ê ya Îranê tomar kir û ev pêşbirka bi encama 1-0 ser xêra tîma îranî bi dawî hat.

Berî vîya tîmên Al Shabab’a Erebistanê û Al-Duhail’a Qeterê derbasî qonaxa bijartina 4 tîmên serkevtî ya Lîga Qaremanên Asyayê bûbûn.

Tîmek ji bo qonaxa bê maye ku were destnîşankirin ku ew jî yê bi encama pêşbirka di navbera Al Hilal’a Erebistanê û Shabab Al Ahli’ya Imaratê were kivşkirin.

 

Serepeyv