Sibat 20, 2023 09:03 Asia/Tehran
  • Romayê ji Hellas Verona’yê bir û hilkişiya rêza sisêyan a xişteya fûtbola Îtalyayê

Şagirdên “José Mourinho” hefteya 23an a Serie A’yê bi serkeftinekê li pey xwe hîştin.

Di pêşbirka herî dawî ya hefteya 23an a Serie A’ya Fûtbola Îtalyayê da, tîma fûtbola Romayê şeva derbasbûyî mêvana xwe “Hellas Verona” bi takegola deqîqeya 45an a “Ola Solbakken” tûşî şikestê anî û serkeftina xwe ya sêzdehem di vê demsala Serie A’yê da tomar kir.

Hefteya 23an a Serie A’yê îşev bi pêşbirkên Torîno û Krêmonêzê (Cremonese) dê bi dawî were.

Di La Lîgaya Spanyayê da jî Barselonayê ji Kadîsê bir û navbira xwe ya bi 8 puenan digel Real Madrîdê parast.

Di pêşbirka herî dawî ya şeva sêyem a hefteya 22an a La Lîgaya Spanyayê da, tîma Barselonayê êvara Yekşemiyê bi encama 2-0 ji mêvana xwe, tîma Kadîsê bir. Bi vê encamê Barselonayê hejmara puenên xwe gihande 59an.

Di pêşbirka herî dawî ya hefteya 22an a La Lîgayê da, îşev Valencia dê biçe pêşberî Getafe’yê.

 

Serepeyv