Sibat 19, 2023 18:10 Asia/Tehran
  • Festîvala Mûzîkê ya Fecrê ya 38an; Bernameya Qewalî’ya Komî ya Efxanistanê hat pêşkêşkirin

Bernameya Qewalîya Komî ya Efxanistanê di dora 38an a Festîvala Mûzîkê ya Fecrê da hat pêşkêşkirin.

Bernameya Qewalîya Komî ya Efxanistanê êvara Şemiyê û di şeva duyem a dora 38an a Festîvala Mûzîkê ya Fecrê li Ferhengseraya Nîyaweran’ê ya Têhranê hat pêşkêşkirin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Pêşwaziya temaşegeran ji Konsera “Qewalî” ya Efxanistanê bû sebeb ku sê stranên daxwazkirî li beranameya vê koma mûzîkê bên zêdekirin.

“Hemîd Said” serperestê Koma “Selam”ê ji Efxanistanê derbarê pêşkêşkirina konsera “Qewalî” got: “Mûzîka welatên Efxanistan, Hind, Bengladêş û Tacîkistanê bi awayekî têkel e û Qewalî jî çiqek ji mûzîka Efxanistanê ye ku li welatên din berbelav bûye.”

Wî li ser lidarxistina Festîvala Fecrê jî got: “Festîvala Mûzîkê ya Fecrê yekane hêviya hunermendan e; festîval dibin sebeb ku em baştir bên dtin, gelê Îranê û welatên din vê mûzîkê baştir binasin û encameke erênî ya baş heye.”

 

Serepeyv