Sibat 17, 2023 19:30 Asia/Tehran
  • Dewra 38an a Mêhrigana Mûsîqîyê ya Fecr’ê dest pê bû

Dewra Sî û Heştan a Mêhrigana Mûsîqîyê ya Fecr’ê îro (Înî) dest pê bû.

Wezîrê Çand û Rênimayîya Islamî yê Îranê di peyamekê da bi boneya destpêbûna Mêhrigana Mûsîqîyê ya Fecr’ê, mûsîqîya îranî yek ji rêyên dîplomasîya çandî yên herî bibandor û kêrhatî li qada navneteweyî zanî.

“Mihemed- Mêhdî Ismayîlî” Wezîrê Çand û Rênimayîya Islamî yê Îranê di vê peyamê da herwiha ragihand: “Mûsîqîya Îranê bi paşxana dewlemend, nasname û resenatîyê, berhemên binirx, mayînde û mûsîqîzanên navdar hene ku bi potansîyelên pirrcûr û cida hertim yek ji baştirîn û kêrhatîtirîn rêyên dîplomasîya çandî li asta navneteweyî bûye.”

Mêhrigana Mûsîqîyê ya Fecr’ê ji beşên ‘‘Xelata sitranê’’, ‘‘Xelata mûsîqî û medyayê’’, beşa “Sirûd û sitranê’’ û civînên lêkoleran pêk tê.

 

Serepeyv