Sibat 17, 2023 14:56 Asia/Tehran
  • Belgefîlma îranî ya “Çirg”ê bû fîlma herî baş a festîvala Îtalyayê

Belgefîlma îranî ya “Çirg”ê wek fîlma herî baş li festîvala Îtalyayê hat bijartin.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Belgefîlma “Çirg”ê (Hobre) berhema “Fethullah Emîrî” belgefîlmçêkerê îranî xelata ‘Fîlma herî baş’ di festîvala cîhanî ya Sondrio’yê li Îtalyayê bi dest xist.

Vê berhemê di du mehên derbasbûyî da li festîvalên cûr bi cûr li welatên Fransa, Fînland û Stovênyayê sê xelatên fîlma herî baş bi dest xistibûn.

Mijara vê belgefîlmê li ser qaçaxkirina balendeyeke kêmdîtî li Îranê ye.

Çirg an jî Berçirik balendeyeke nîv-koçer a deştî û lingdirêj e û giraniya cûreyên wan ên nêrza nêzikî 19 kîlogram e. Ev balende li hin deştên Îranê ji wan li parêzgeha Yezdê ya navenda Îranê û parêzgeha Xorasana Başûr dijî û di devoka yezdî jê ra “Çirz” tê gotin.

Serepeyv