Sibat 15, 2023 14:19 Asia/Tehran
  • Paris Saint‑Germain’ê himberî Bayern Munich’ê derda

Qonaxa bijartina heşt tîmên serkevtî ya Lîga Qaremanên Ewropayê dest pê bû û di vê çarçovê da tîma Paris Saint‑Germain’ê (PSG) himber tîma Bayern Munich’ê derda.

Pişka yekê ya qonaxa bijartina heşt tîmên serkevtî ya Lîga Qaremanên Ewropayê şeva buhurî dest pê bû û tîma Bayern Munich’ê  li werzişgeha Parc des Princes’ê bi encama 1-0 ji tîma Paris Saint‑Germain’ê bir.

“Kingsley Coman” gola tîma Bayern Munich’ê di xuleka 53an da tomar kir.

“Kylian Mbappé” jî di xuleka 83an da golek ji bo tîma Paris Saint German’ê tomar kir lê hekem ev gol qebûl nekir.

Paris Saint‑Germain û Bayern Munich heta nika 11 caran derketine pêşberî hev ku 6 caran Paris Saint German’ê birîye û 5 caran jî Bayern Munich bi ser ketiye.

Ji hêla din va, tîma Mîlanê jî şeva buhurî bi encama 1-0 ji tîma Tatenham’ê bir. Gola Mîlanê jî “Birahîm Deyaz” tomar kir.

 

Serepeyv