Sibat 13, 2023 09:42 Asia/Tehran
  • Mamosta “Elî Nesîriyan” di 88 saliya xwe da Xelata “Sîmirê Bilûrîn” bi dest xist

Elî Nesîriyan aktorê bihêz û jêhatî yê sînemaya Îranê piştî sê caran berbijariya ji bo bidestxistina xelata “Lîstikvanê Herî Baş”, di Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê ya îsal da serê axir xelata Sîmirê Bilûrîn bi dest xist.

Mamosta Elî Nesîriyan di halekî da di 88 saliya xwe da ev xelata binirx bi dest xist ku îsal ji ber nebaşbûna rewşa xwe ya tenduristiyê nekarî bixwe beşdarî rêûrisma bidawîanînê ya Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê bibe.

Elî Nesîriyan nêzikî 60 sal beriya niha derbasî qada lîstikvaniya sînema û televîziyonê bûye û bi rolên bêhempa ku wî afirandine, gelek bîreweriyên bedew û jibîrnebûyî ji bo hezkirî û mereqdarên sînemaya Îranê li nav û derveyî welêt pêk anîne.

Elî Nesîriyan îsal ji bo lîstikvaniya xwe li fîlma “Heft Bihar-Narinc” bi mijara evîn û dildariyê, xelata Lîstikvanê Herî Baş bi dest xist.

 

Serepeyv