Sibat 11, 2023 14:10 Asia/Tehran
  • “Sînema Metropol” rekordara berbijariya Sîmira 41em e

“Sînema Metropol”, bi 12 berbijariyên herî baş, hejmara herî zêde ya berbijariyê bo wergirtina xelatê û ”Holika ji herî” bi 11 berbijariyan di pileya diduyan a dora 41ê ya Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecrêde cih girtine.

 Her wiha fîlmên ”Saqoya Çermî”, “Hejara 10an” û “Yadîgara Başûr” her yek bi 10 berbiariyan di pileya sisêyan de cih digirin.

Navên berbijarê wergirtina Sîmira festîvalê hatin ragihandin û fîlma sînemayî ya “Sînema Metropol” berhema “Muhmedelî Başe Ahenger” di 12 beşan de bûye berbijarê wergirtina Sîmorxa festîvalê.

 Eva di halekî de ye ku fîlma sînemayî ya ”Holika ji herî” berhema “Muhemed Esgerî” bi berbijariya di 11 beşan, pileya diduyan a berbijariya herî zêde ya wergirtina xelatê bi dest xistiye.

Pleya sisêyan jî hatiye dayîn bo sê fîlmên “Hejara 10an” bi derhêneriya “Hemîd Zergernijad”, “Yadîgara Başûr” bi derhêneriya “Pidram Pûremîrî” û “Husêyn Domarî” û ”Saqoya Çermî” bi derhêneriya “Husêyn Mîrza Muhemedî” her yek bi şansê wergirtina xelatê di 10 beşan de,  ku ev sê fîlm jî hevrikiyeke nêzîk bo wergirtina sîmirên herî zêde bi hev re hebin.

 

Serepeyv