Sibat 10, 2023 17:00 Asia/Tehran
  • Festîvala Fîlman a Fecrê | “Wan ji min hez dikir”; Serhildan di çîna giregiran da

Îsyan û serîrakirin li nav çîna dewlemend û giregiran mijarek e ku di warê sînemayê da dikare gelekî balkêş be.

Li gorî rapora IRNA’yê, “Wan ji min hez dikir” fîlma herî nû ya “Muhemed-Reza Rehmanî” ye ku beşdarî dora 41ê ya Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê bûye. Vê fîlmê giraniya xwe daye ser qeyraneke civakî û kariye dîmenên ku ji  temaşevanan ra nasyar in, lê hevdem hemî naxwazin bala xwe bidine ser wan, nîşan dide.

Çîroka vê fîlmê li ser du hevjînên cewan bi navê “Pidram Salarî” (Emîr-Hisên Arman) û “Mehşîd” (Mehsa Îsmaîlî) ye ku zarokê wan bi nexweşiyeke kêmdîtî ketiye. Ew bi rêya vê nexweşiyê bi tiştekî serhejîner dihesin û ji bo peydakirina rastiyê  diçine hin deran ku gellekî berovajî jiyan û dewrana wan e. Pidramê vê fîlmê kurê giregirekî nasyar li bajêr e.

Hizra sereke ya çêkerê fîlma “Wan ji min hez dikir” şêwaza rûbirûbûn û serederiya dewlemend û giregiran digel mal û heyîtîyên gelemperî anku Beytulmalê ye. Ew dixwaze bibêje ku çîn û qatên civak li du aliyên terazîyekê ne; eger aliyek li ser  xêra çînekê girantir bibe, aliyê din ku ayîdî çîna bindest û belengaz e, sivik û vala dibe. Loma serîrakirina li hemberî çîna ku dawa dadmendî û bawerîyê dike, ji wê çînê bixwe va dest pê dike.

“Mehgul” zaroka van hevjînan e. Ev keçika biçûk bûye giranîgehek ji bo pêkhatina hevsengîyê li nav civakekê ku tê da hevsengîyên civakî tûşî nakokîyê bûne.

“Wan ji min hez dikir” çîroka lehenginan nîşan dide ku van rojan dikarin berovajî tecrube û serpêhatiyên heyî, li hin cîgehan diyar bibin ku welatî bi reşbînî û gumanên nebaş li wan dinêrin.

 

Serepeyv