Sibat 10, 2023 14:09 Asia/Tehran
  • Werzîşkarê îranî di rêza guleştgirên herî baş ên cîhanê de cih girt

Werzîşkarê îranî yê çiqa ‘Guleşta Ferengî’ di rêza guleştgirên herî baş ên cîhanê de cih girt.

Di dawiya qonaxa ewilî ya Pêşbirkên Renkîngê ya Yekitiya Cîhanî ya Guleştê (UWW) li Zagrêba Krowasiyê, pilebendiya nû ya kesên herî baş ên cîhanê hat ragihandin.

Di vê plebendiyê de û di kêşa 67 kg de “Mît Nêms” ji Sirbistanê derket pileya ewilî û “Muhemedriza Gerayî” guleştgirê îranî yê çiqa Guleşta Ferengî derket pileya diduyan a kesên herî baş ên cîhanê.

“Hesret Ceferof” ji Komara Azerbaycanê jî di pileya çaran a cîhanê de sekinî.

Guleştgirê îranî yê çiqa Guleşta Ferengî di Pêşbirkên Renkîngê ya Yekitiya Cîhanî ya Guleştê (UWW) de, 4 mîdalên zêr bi dest xistin û bûn qareman.

 

Serepeyv