Sibat 09, 2023 19:02 Asia/Tehran
  • 3 fûtbolîstên îranî di encama erdheja li Tirkîyê da canê xwe ji dest dan

Serokê Federasyona Werzişkarên Kêmendam û Nivîşkanbûyî ya Îranê ragihand ku cenazeyê 3 fûtbolîstên îranî yên kêmendam û nivîşkanbûyî ku di bin kavilan de mabûn, li Tirkîyê hatin peydakirin.

Serokê Federasyona Werzişkarên Kêmendam û Nivîşkanbûyî ya Îranê “Seyîd Mihemed- Şêrvîn Esbeqîyan” piştrast kir ku 3 fûtbolîstên kêmendam ên îranî di encama erdheja li Tirkîyê da canê xwe ji dest dane.

Wî sersaxî da malbatên wan werzişkaran û got: “Destpêkê cenazeyê ‘Seîdawî’ û ‘Mesûdî’ ji bin kavilan hatin derxistin û çend sietan piştre jî cenazeyê ‘Mîrehmedî’ hat peydakirin û ji bin kavilan hat derxistin.”

Serokê Federasyona Werzişkarên Kêmendam û Nivîşkanbûyî ya Îranê xwe şirîkê xema malbatên wan gorîyan zanî û ji Xwedê bo malbatên wan sebir û ji bo wan jî rehmeta ilahî xwest.  

 

Serepeyv