Sibat 09, 2023 18:39 Asia/Tehran
  •  Festîvala Fîlman a Fecrê; Fekûrî: Fîlma “Li hembêza darê” pesna malbatê dide

Wênekêşê fîlma sînemayî ya “Li hembêza darê” got: “Ev fîlma sînemayî pesna malbatê û girîngiya wê dide; eva ku divê em zêdetir qedrê tiştên heyî bigirin, ji ber ku hertim derfet ji bo xwedankirina nêmetan tune.”

Li gorî nûçeya IRNA’yê “Muhemed Fekûrî” wênekêşê fîlma sînemayî ya “Li hembêza darê” wek fîlmeke beşdarbûyî di dora 41ê ya Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê da got: “Fîlma ‘Li hembêza darê’ di derdora 45 carê wênekişandinê da hatiye qeydkirin. Ez dikarin îdia bikim ku li hemî planan bixwe wek rêveberê fîlmkişandinê li paş kamerayê bûm. Ez û gişt encamên koma xwe ya fîlmkişandinê derdora 15-20 rojan li çemên sar ên Ûrmiyeyê ku ji ber helîna berfa çiyayên ser sînor in, xebitîn.”

Fekûrî ji bînerên sînemayê nemaze bav û dayîkan ra pêşniyaz kir ku teqez vê fîlmê li nav sînemayê û ji ser perdeya mezin bibînin. Wî got: “Fîlma Li hemêza darê pesna malbatê û girîngiya wê dide; me fêr dike ku zêdetir qedrê tiştên heyî bigirin, ji ber ku mumkin e bûyerek wek ava çemekî gumgumî delalekî me ji me veqetîne û bo hetahetayê bi xwe ra bibe; delalê ku heta dema ku hebû, me qedrê wî nedigirt.”

Fîlma “Li hembêza darê” qeyrana dijwar a jiyana “Kîmîya” û “Ferîd” ku ev 12 sal in zewicîne, şirove dike; qeyrana ku cîhana xweşik a zarokên wan ku ji bilî sadetî û dilovaniyê ti tiştekî din li jiyanê nas nakin, serobino dike.

Derhênerê vê fîlmê “Babek Xwace-Paşa” û amadekarê wê “Muhemed-Reza Misbah” e.

 

 

Serepeyv