Sibat 08, 2023 16:28 Asia/Tehran
  • Pêşangeha Geştyariyê li Tehranê; dîmenek ji cihêrengî û sipehîtiyên Îranê

Dora 16an a Pêşangeha Navneteweyî ya Geştyariyê û dora 36an a Pêşangeha Neteweyî ya Pîşeyên Destî li cihê dayîmî yê pêşangehên navneteweyî li Tehranê bi rê va diçin.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Ev rûdana çandî ya girîng bi mebesta danasîna potensiyelên Îranê di warê geştyarî û hunerî da heta 10ê Sibata 2023an mazûvana gel, hunermend û geştyaran ji Îranê û welatên din e.

Li Pêşangeha Navneteweyî ya Geştyariyê ya Tehranê welatên Qeter, Iraq, Japon, Endonezya, Tacîkistan, Qezaqistan, Malezya, Rûsye û Venezuelayê jî jûrên taybetî xwe vekirine.

Her wiha Oman, Rûsye, Tacîkistan, Imarat, Sûriye, Tirkiye, Komara Azerbaycanê, Ermenistan, Libnan, Lîbya, El-Cezayîr, Çîn, Iraq û Gurcistanê beşdarî vê pêşangehê bûne.

 

Serepeyv