Ragihandina navê fîlmên Beşa Navnetewî ya Mêhrigana Fîlman a Fecr`ê
Sibat 07, 2023 17:17 Asia/Tehran
Navê fîlmên ku yê di Beşa Navnetewî ya Mêhrigana Navnetewî ya Fîlman a Fecr`ê da bên nîşandanê, hat ragihandin.
Di roja sisêyan a nîşandana fîlmên Beşa Navnetewî ya
Mêhrigana Navnetewî ya Fîlman a Fecr`ê da, fîlma Xîz ji
Serîlankayê, fîlma Jîyana Evîndarane ji Japonê û fîlma Kerema
Ilahî ji Qirqîzistanê hatin nîşandan.
Dewra Çil u Yekê ya Mêhrigana Navnetewî ya Fîlma a Fecr`ê bi
durişma ``exlaq, hêvî û zanîn`` ji 1`ê Sibatê va li Têhranê dest
pê bûye û yê heta 11`ê Sibatê bidome.
Ji bo beşa Sodayê Sîmorg`ê 24 berhem hatine destnîşankirin.
Ji bo Beşa Navnetewî jî 26 fîlm hatine destnîşankirinê ku ji wan
9 berhema hevpar a çend welatan in.