Sibat 07, 2023 17:01 Asia/Tehran
  • Çend guleşkirên îranî di rêzên pêşîn ên cîhanê da cî girtin

Hesen Yezdanî bi çend mîdalên ku di Pêşbirkên Renkîngê yên Korovasîyê da bi dest xistin, karî piştî 6 mehan careka din di rêzebendîya guleşkirên Azad ên cîhanê da li pêş reqîbê xwe Dêyvîd Têylor bikeve.

Yekitîya Cîhanî ya Guleştê di dawîya Dewra Yekê ya Pêşbirkên Renkîngê yên sala 2023yê da li şarê Zagreb ê Korovansîyê rêzebendîya ``çiqa azad`` a guleşta cîhanê ragihand ku li gorî wê Hesen Yezdanî 3 pilleyan serratir ji guleşkirê amerîkî Dêyvîd Têylor cî girtîye.

Yezdanî di pêşbirkên Zagrebê di kêşa 86 kîlogiramê da bû qareman. Rehman Emûzad- Xelîlî ji Îranê jî di kêşa 65 kîlogiramê di rêza yekê ya vê kêşê da ye.

Kamran Qasimpûr jî di rêza yekê ya kêşa 92 kîlogiramê da raserî Cîdin Kaks cî girtîye.

Tîma Guleşta Azad a Îranê di Pêşbirkên Renkîngê yên Zagrebê da 4 mîdalên zêr û 2 mîdalên zîv bi dest xistin û di rêza duyê da cî girt.