Sibat 07, 2023 07:46 Asia/Tehran
  • Kapa Cîhanî ya Hockey`ya Nav Salonê; Amerîkayê derda Îranê

Tîma Hockey ya Îranê di pêşbirka duyê ya Kapa Cîhanî -2023 ya Afrîqaya Başûr da, 8- 3 li tîma Amerîkayê bir.

Tîmên Hockey yên Îran û Amerîkayê şeva buhurî derketin pêşberî hev û tîma Îranê karî 8-3 li tîma reqîb bibe.

Riza Norûzzade 3 gol, Hemîn Nûranîyan û Nevîd Tahêrî her yekî 2 gol û Bêhdan Bêyranvend golek ji bo tîma Îranê tomar kirin.

Di vê pêşbirkê da herwiha Sasan Hatemînijad keleparêzê tîma Îranê wek ``baştirîn werzişkar`` hat bijartin.

Tîma Hockey ya Îranê îro jî di pêşbirka sisêyan da yê derkeve pêşberî tîma Australîyayê.