Para-tekwandokarên Îranê li Tirkiyê çar mîdal bi dest xistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i339327-para_tekwandokarên_Îranê_li_tirkiyê_çar_mîdal_bi_dest_xistin
Endamên Tîma neteweyî ya Para-Tekwandoyê ya Îranê di pêşbirkên azad ên “Kupa Serokatiya Federasyona Cîhanî” li Tirkiyê da, bi giştî çar mîdal bi dest xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 06, 2023 12:25 Asia/Tehran
  • Para-tekwandokarên Îranê li Tirkiyê çar mîdal bi dest xistin

Endamên Tîma neteweyî ya Para-Tekwandoyê ya Îranê di pêşbirkên azad ên “Kupa Serokatiya Federasyona Cîhanî” li Tirkiyê da, bi giştî çar mîdal bi dest xistin.

Werzîşkarên Para-Tekwando yên Îranê di pêşbirkên azad ên “Kupa Serokatiya Federasyona Cîhanî” da 4 mîdalên zêr, zîv û bronz bi dest xistin.

Pêşbirkên azad ên “Kupa Serokatiya Federasyona Cîhanî” bi beşdariya 101 werzîşkarên Para-Tekwandoyê li Stenbola Tirkiyê hatin lidarxistin û di beşa mêran da, werzîşkarên Îranê 4 mîdal bi dest xistin.

“Elîreza Bext” di van pêşbirkên cîhanî da mîdala zêr, “Seîd Sadiqiyan” mîdala zîv û “Emîr-Muhemed Heqşinas” jî mîdala bronz bi dest xist.