Sibat 06, 2023 14:51 Asia/Tehran
  •  Sîmira Fecr’ê xwe gihande sînemayên Xorasana Bakur

Hevdem digel salvegera serkeftina Înqilaba Îslamî, sîmira dora çil û yekê ya Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecr’ê gihîşte sînemayên Xorasana Bakur û hezkiriyên “Hunera Heftem” ji îro va dikarin beşdarî vê cejna sînemaytê bibin.

Li gorî nûçeya IRNA’yê, ji îro Duşemiyê, 6ê Sibatê heta hefteyekê 21 fîlmên dora 41ê ya Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecr’ê her roj di saet 18, 20 û 22 li Sînemayên “Gulşen” û “Emîq”ê yên bajarê Bijnûrdê, navenda Parêzgeha Xorasana Bakur, tên ekrankirin.

Fîlmên ku dê bên nîşandan ev in: Perfûmdar, Axîna Sar, Saqoya Çermî, Çima tu nagirî?, Hûk, Serheng Sureya, Dosye vekirî ye, Yadîgara Başûr, Piştî Çûyînê, Li hembêza darê, Wan ez hez dikirim, Gulên Bawarde’yê, Heft Biharên Narincê, Xerîb, Çîroka Sîmayê ya netevav, Kaptan, Holika ji herî, High Power, Daristana Pirteqalan, Hejmara 10an, Wabil.

Festîvala Fîlman a Fecr’ê festîvaleke sînemayî li Îranê ye ku ji sala 1983an da di Sibata her sal da ji aliyê Binyata Sînemayî ya “Farabî” va û di bin çavdêriya Wezareta Çand û Îrşada Îslamî ya Îranê tê lidarxistin.

 

Serepeyv