Sibat 06, 2023 09:01 Asia/Tehran
  • Tîma Guleşta Ferengî ya Îranê di Pêşbirkên Navneteweyî yên Zagrêbê da bû qareman

Tîma bijartî ya Guleşta Ferengî ya Îranê di pêşbirkên navneteweyî yên Kupa Open’ê ya Zagrêbê da 2 mîdalên zêr, 4 zîv û 5 bronz bi dest xistin û bû qareman.

Pêşbirkên navneteweyî yên Guleşta Ferengî ya Renkînga Yekîtiya Cîhanî- Kupa Open’ê li Zagrêbê ji 3 heta 5ê Sibatê li Krowasiyê hatin lidarxistin; di dawiya van pêşbirkan da Pûya Dadmerz di kêşa 55 kîlogram, Mehdî Muhsin-Nijad di kêşa 60  kîlogram, Muhemed-Elî Gerayî di kêşa 77 kîlogram û Elîreza Mohmedî di kêşa 82 kîlogram da mîdala zêr bi dest xistin.

Arif Muhemedî di kêşa 63 kîlogram, Reza Ebasî di kêşa 67 kîlogram, Secad Îmenteleb di kêşa 72 kîlogram û Nasir Elîzad di kêşa 87 kîlogram da jî mîdala zîv bi dest xistin.

Di dawiya van pêşbirkan da, tîma Îranê 195 puen bi dest xistin û bi îqtidar bû qareman. Piştî tîma Îranê, Hungariya û Komara Azerbaycanê bi rêzê di pileyên duyem û sêyem da cih girtin.

Serepeyv