Sibat 05, 2023 13:31 Asia/Tehran
  • Kapa Serokatîyê; 4 werzişkarên îranî di Para-Tekwando’yê da mîdal bi dest xistin

Werzişkarên jin ên tîma Para-Tekwando ya Îranê di pêşbirkên Kapa Serokatîyê ya Federasyona Cîhanî (G2) da 2 mîdalên zêr û 2 mîdalên bronz bi dest xistin.

Di roja yekê ya pêşbirkên Para-Tekwando yên Kapa Serokatîyê ya Federasyona Cîhanî-2023an da ku li Tirkîyê tên lidarxistin, werzişkarên jin ên tîma Îranê 2 mîdalên zêr û 2 mîdalên bronz bi dest xistin.

Pêşbirkên Azad ên Para-Tekwando’yê yên Kapa Serokatîyê ya Federasyona Cîhanî bi pişkdarîya 108 werzişkaran li şarê Stenbolê tên lidarxistin ku di roja yekê ya wan pêşbirkan da, werzişkarên jin ên tîma Îranê 2 mîdalên zêr û 2 mîdalên bronz bi dest xistin.

Îro jî werzişkarên mêr ên tîma Para-Tekwando ya Îranê yê derkevin pêşberî reqîbên xwe.

 

Serepeyv