Sibat 04, 2023 18:11 Asia/Tehran
  • 21 tîmên neteweyî yên volîbolê yên Asyayê amade ne ku bên Tehranê

Heta niha 21 tîmên asyayî amadetiya xwe ji bo beşdariya di Pêşbirkên Qaremaniya Volîbola Asyayê di beşa mêran da ku bi mazûvaniya Tehranê tên lidarxistin, ragihandine.

Li gorî rapora Federasyona Fûtbola Îranê, Îran wê di sala 2023an da bo cara pêncan mazûvana Pêşbirkên Qaremaniya Volîbola Asyayê di beşa mêran da be.

Australya, Efxanistan, Bengladêş, Behreyn, Çîn, Hong Kong, Endonezya, Hind, Îran, Iraq, Japon, Qizaqistan, Koreya Başûr, Mixokistan, Pakistan, Fîlîpîn, Qeter, Taylend, Taywan, Uzbekistan û Srî Lankayê amadetiya xwe ji bo beşdariya di Pêşbirkên Qaremaniya Volîbola Asyayê di beşa mêran da ragihandine.

 

Serepeyv