Sibat 04, 2023 17:57 Asia/Tehran
  •  “Reza Sadiqî” bi “Şansê dawî” hevxemiya xwe tev xoyîyan diyar kir

“Reza Sadiqî” bi strana xwe ya herî dawî “Şansê dawî” hevxemiya xwe tev mexdûr û ziyandîtiyên erdhejê li Şaristana Xoyê diyar kir.

Stranbêjê îranî “Reza Sadiqî” wek sipasiya ji gel ji ber hevrêbûna wan digel bangewaziya ji bo alîkariya bo welatiyên Xoyê yên ziyandîtî di encama erdhejê da strana xwe ya bi navê “Şansê dawî” belav kir.

Li gorî nûçeya IRNA’yê, Sadiqî beriya vêya li ser rûpela xwe ya torên civakî Bangewaziya “Rengê Girnijînê - 3” ji bo hevrêtî û alîkariya bo ziyandîtiyên erdhejê li şaristana Xoyê yê Parêzgeha Azerbaycana Rojava weşandibû.

Hêjayî gotinê ye, erdhejeke bi hêza 5,9 Rîşteran êvara Şemiya derbasbûyî, saet 21:44 Şaristana Xoyê hejand. Ji ber wê erdhejê sê kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûn.

 

Serepeyv