Sibat 04, 2023 14:54 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Renkînga UWW’yê li Krowasiyê; Guleştgirên îranî sê mîdal bi dest xistin

Pêşbirkên navneteweyî yên Guleşta Ferengî yên Renkîngê Yekitiya Cîhanî Guleştê (UWW) bi navê “Kupa Open”ê ya Zagrêbê roja Înîyê li bajarê Zagrêba Krowasiyê hatin lidarxistin ku di encamê de guleştgirên Îranê mîdaleke zêr, mîdaleke zîv û mîdaleke tûncê bi dest xistin.

Di dawiya van pêşbirkan de, “Muhemed-elî Gerayî” di kêşa 77 kg de mîdala zêrê, “Nasir Elîzade” di kêşa 87 kg ê mîdala zîv û “Emîn Kawyanînijad” di kêşa 77 kg de mîdala tûnc bi dest xistin. “Hemdîriza Badekan” jî derda û ji pêşbirkan wêde çû.

“Îmam Muhemedî” û “Arif Muhemedî” di kêşa 63 kg û “Danyal Sohrabî” û “Riza Ebasî” di kêşa 67 kg ê de guleşgirên ferengî yên Îranê ne ku îro yê bi hevrikên xwe re herin meydanê.

 

Serepeyv