Sibat 03, 2023 17:13 Asia/Tehran
  • Kapa Wêdadayînê ya Futbola Îtalîyayê; Yoventus derbasî qonaxa berî fînalê bû

Tîma Yoventus a Îtalîyayê di qonaxa bijartina çar tîmên serkevtî da li tîma Latzîyoyê bir.

Tîmên Latzîyo û Yoventûsê şeva buhurî di çarçova bijartina 4 tîmên serketî da derketin pêşberî hev û ev pêşbirka di çarçova Kapa Wêdadayînê ya Îtalîyayê da hat lidarxistin.

Tîma Yoventûsê di vê pêşbirkê da mazûvan bû û Gleison Bremer di xuleka 4an da golek ji bo tîma Yoventûsê tomar kir.

Tîma Latzîyoyê jî gellek hewil da ku encamê biguherîne lê nekarî û bi vî awayî tîma Yoventûsê 1-0 li tîma Latzîyoyê bir.