Nûçegihanê kurdistanî di dora 20î ya “Festîvala Pirtûk û Medyayê” da hat bijartin
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Çand û Îrşada Îslamî ya Parêzgeha Kurdistanê got: “Rêveberê Navenda Ragihandinê ya ‘Mala Pirtûkan a Kurdî’ ji Parêzgeha Kurdistanê wek bijartiyê ‘Beşa Nûçeyan’ a dora 20î ya Festîvala Pirtûk û Medyayê ya Îranê hat nasandin.”
“Elî-Esxer Deryayî”, Rêveberê Giştî yê Rêxistina Çand û Îrşada Îslamî ya Parêzgeha Kurdistanê di gotûbêja bi Mehr News’ê da got: “Rêûrisma bidawîhatina dora 20î ya Festîvala Pirtûk û Medyayê bi peyama Dr. ‘Muhemed-Mehdî Îsmaîlî’ Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî yê Îranê û komeke berpirs, nivîskar û xebatkarên medyayê yên welêt li ‘Mala Hunermendan a Îranê’ hat lidarxistin.”
Wî her wiha got: “Di vê rêûrsimê da bijartiyên çapemenî, ajansên nûçeyan û navendên ragihandinê di beşên sernav, nûçe, nivîsar, rapor, rexne û hevpeyvînê da hatin nasandin û rêz li wan hat girtin.”
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Çand û Îrşada Îslamî ya Parêzgeha Kurdistanê ragihand: “Bêhnam Durûyî Rêveberê Navenda Ragihandinê ya ‘Mala Pirtûkan a Kurdî’ ji Parêzgeha Kurdistanê di Beşa Ajansên Nûçeyan û Navendên Ragihandinê û Çapemeniyan a dora 20î ya Festîvala Pirtûk û Medyayê da hat bijartin û rêz lê hat girtin.”