Sibat 02, 2023 17:06 Asia/Tehran
  • Festîvala Fîlman a Fecr’ê; 11 fîlm derbasî Beşa “Festîvala Festîvalan” bûn

11 fîm ji 10 welatên cîhanê derbasî Beşa “Festîvala Festîvalan” a dora çil û yekê ya Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecr’ê bûn.

Li gorî rapora Beşa Peywendiyên Gelemperî ya dora çil û yekê ya Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecr’ê, 11 fîlm ji welatên Beljîk, Lûkzambûrg, Endonezya, Fransa, Japon, Rûmanya, Arjantîn, Sûriye, Iraq û Îranê derbasî Beşa “Festîvala Festîvalan” bûn.

Hûrgiliyên van 11 fîlam bi vî rengî ne:

1 - “Rebel” (Yaxî); Kargêr anku Derhêner: “Adil Erebî”, “Bilal Fellah”, Berhema Beljîka û Lûkzambûrgê

2 - “BEFORE, NOW & THEN” (BERÊ, NIKA Û PIŞTRA); Kargêr: “Kamîla Endînî”, Berhema Endonezyayê

3 - “For My Country” (Ji bo welatê min); Kargêr: “Reşîd Hamî”, Berhema Fransayê

4 - “LOVE LIFE” (Jiyana bi evîndarî); Kargêr: Kocî Fokada, Berhema Japonê

5 - “R.M.N”; Kargêr: Krîstiyan Monciyo, Berhema Rûmanyayê

6 - “Saint Omer”; Kargêr: “Alice Diop”, Berhema Fransayê

7 - “Tori and Lokita” (Torî û Lokîta), Kargêr: “Jean-Pierre Dardenne” û “Luc Dardenne”, Berhema Beljîkayê

8 - “Self Defense” (Xwe-Parastin); Kargêr: “Andreya Braga”, Berhema Arjantînê

9 - “Landless” (Bêwelat); Kargêr: “Torec Eslanî”, Berhmea Sûriye-Iraqê

10 - “The WasteTown” (Bajarê Bêdeng); Kargêr: “Ehmed Behramî”, Berhema Îranê

11 - “Life & Life” (Jîyan û Jîyan); Kargêr: “Elî Qewî-ten”, Berhema Îranê

 

Serepeyv