Sibat 02, 2023 13:01 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Guleşta Azad li Krowasîyê; Guleştgirên Îranê 3 mîdal bi dest xistin

Di dawîya pêşbirkên roja yekê ya Tûra Renkînga Guleşta Azad da li Zagrêba Krowasîyê, tîma Guleşta Azad a Îranê 2 mîdalên zêr û mîdaleke zîv bi dest xist.

Pêşbirkên Guleşta Azad ên Zagrêbê ji duh va di sê çiqên ‘‘Azad’’, ‘’Ferengî’’ û “Jinan’’ da dest pê bûne û yê heta 6ê Sibatê bidomin.

“Hesen Yezdanî” di pêşbirka fînalê da ji reqîbê japonî bir û mîdala zêrê bi dest xist.

“Riza Atrî” jî di kêşa 61 kîlogramê da ji reqîbên xwe bir û mîdala zêrê bi dest xist.

“Yûnis Imamî” jî di kêşa 74 kîlogramê da derda “Cêyson Nolof” guleştgirê amerîkî û mîdala zîv bi dest xist.

Îro jî “Elî Sewadkûhî” di kêşa 79 kîlogramê, “Emîrelî Azerpîra” di kêşa 97 kîlogramê û “Emîrhisên Zarê” jî di kêşa 125 kîlogramê da yê derkevin pêşberî reqîbên xwe.

 

Serepeyv