Sibat 01, 2023 13:44 Asia/Tehran
  • Dora 41ê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoyan a Fecr’ê bi dawî hat

Duh anku Sêşemiyê dora 41ê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoyan a Fecr’ê bi dawî hat.

Bi beşdariya Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî yê Îranê kesên serkevtî yên dora 41ê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoyan a Fecr’ê di rêûrisma bidawîhatina vê festîvalê da li pişkên ”Radyoşano”, “Pêşbirka mezin a li ser dikê”, “Pêşbirka şanoya li kolanê”, “Pêşbirka şanoyê ya navneteweyî” û “Pêşbirka nivisîna senaryoya şanoyê” hatin bijartin û rêz li wan hate girtin.

Îsmaîlî, Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî yê Îranê di rêûrisma bidawîhatina dora çil û yekê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoyan a Fecr’ê da, got: “Em karên pêwîst ji bo berfirekirin û geşkirina şanoyê li welêt bi cih tînin, îsal piştî çend salan festîvala şanoya navçeyî hate lidarxistin, ji ber karên ku me dîtin em matmayî man û li hin navçeyên curbicur wek Kirmanşan, Şîraz, Bûşêhr û Mazenderanê, beşdariya hezkiriyên çand û hunerê moral da me hemiyan û dirûşma girîng a ‘Dadmendiya Çandî’ serê xwe girt.”

Li dawiya vê pişkê qedrê hekemên dora çil û yekê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoyan a Fecr’ê hat girtin.

Ev festîval ji 21ê Çileyê va di du beşên ‘Ser dikê’ (nav salûnê) û ‘Nav kolanê’ dest pê bûbû û bi beşdariya 215 şanoyan di mideha 10 rojan da li pişkên mêvan, navneteweyî, şanoya li kolanê û pişbirka mezin a li ser dikê roja Sêşemiyê li “Hola Wehdetê” û bi beşdariya Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî yê Îranê û hin birêvebirên pişka hunerê, hunermend û karbidestên medyayê bi dawî hat.

 

Serepeyv