Çile 31, 2023 18:53 Asia/Tehran
  • Cîhana Fûtbolê | Chelsea û Arsenalê têkildarî “Jorginho” bi awayê berayî li hev kirin

Rêvebirên klûbên Çelsî û Arsenalê têkildarî veguhestina “Jorginho” stêrkê fûtbolê yê îtalî li hev kirin.

Fabrîtzîyo Romano nûçegîhanê navdar ê îtalî ragihand ku Jorginho stêrkê fûtbolê yê îtalî yê tîma Chelsea’yê kêm maye bo tîma Arsenalê bê veguhestin û her du tîman bi awayekî berayî di vî warî da li hev kirine.

Arsenal ku di rêza yekê ya xişteya Lîga Sereke ya Fûtbola Inglîzê da ye, bi dû xurtkirina xeta navîn a tîma xwe di warê berevanîyê di derfeta veguhestina fûtbolîstan a di zivistanê da bû û piştî ku nekarî “Moisés Isaac Caicedo” wergire, bi Jorginho ra li hev kir û ev fûtbolîsta yê bi zûtirkê di testên pizişkî yên tîma Arsenalê da pişkdar bibe.

Peymana di navbera Arsenal û Chelsea’yê da li ser Jorginho’yê 31 sal 18 mehî û bayê 12 miliyon pondî ye.

 

Serepeyv