Çile 31, 2023 15:19 Asia/Tehran
  • Festîvala Şanoyan a Fecr’ê bi dawî hat; 215 pêşkêşkirin di 10 rojan da

Dora çil û yekê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoyan a Fecr’ê îro anku Sêşemî, 31ê Çileya 2023an bi dawî bû.

Li gorî rapora Beşa Peywendiyên Gelemperî ya dora çil û yekê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoyan a Fecr’ê, ev festîval ji 21ê Çileyê va di du beşên ser dikê (nav salûnê) û nav kolanê dest pê bûbû. Biryar e îro serkeftiyên vê dora festîvalê di beşên cûr bi cûr da bên nasandin.

Di vê dora Festîvala Navneteweyî ya Şanoyan a Fecr’ê da şanoyên ser dikê li “Talara Wehedtê” (Hola Wehdetê), “Şanoya Bajêr” digel salûnên xwe yên sereke, “Çarsû”, “Saye”, “Qeşqayî”, “Temaşexaneya Senglecê”, Navenda Şanoyan a “Molewî”, “Temaşexaneya Îranşehrê” (salûnên “Nazirzadeyê Kirmanî” û “Semenderiyan”), “Talara Hafiz” û şanoyên nav kolanê li “Qada Rûdekî” û “Eywana Întizarê” ya Metroya Welî-esr (S) hatin pêşkêşkirin.

 

Serepeyv