Çile 30, 2023 18:23 Asia/Tehran
  • Festîvala Navneteweyî ya Şanoyan a Fecr’ê; Şanoyên roja dawî

Di roja dehem a dora çil û yekê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoyan a Fecr’ê da 6 şano li ser dikê û nav salûnê û 7 şano jî bi awayê nav kolanê tên pêşkêşkirin.

Li gorî rapora Beşa Peywendiyê Gelemperî ya Festîvalê, Îro anku Duşemî roja dehem a dora çil û yekê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoyan a Fecr’ê ye û 13 şano tên pêşkêşkirin.

Ev festîval di 15ê Çileya 2023an da dest pê bûye û sibe anku 31ê Sibatê dê bi lidarxistina merasima Bidawîanînê li “Talara Wehdetê”, dawî li karê xwe bîne.Beşa pêşkêşkirina li ser dikê

Di roja dehem a Festîvala Fecr’ê da îro Şanoyên “Lîzaya Reben” ji Rûsiyê li “Talara Wehdetê” (Hola Wehdetê), “Bêwelat” ji Brezîlê li navenda “Şanoya Bajêr” û “Xewnên min pirsa te dikin” ji Îsfehana Îranê li “Talara Çarsû’yê”, “Lîdêr” ji Reşta  Îranê li “Talara Saye”yê tên pêşkêşkirin.

Her wiha Şanoya “Fincan di bahoza çayê da” ji Quma Îranê li Şanoxaneya “Molewî” û “Ewrên bêbaran” wek bijartiya beşa parêzgehan li Îranê bi Talara “Ostad Semenderiyan” a “Temaşexaneya Îranşehr”ê tên pêşkêşkirin.

Beşa Şanoya nav kolanê

Di vê beşê da şanoyên “Behîg Haronk” ji bajarê Mescid Sulêymanê, “Stamînofen bi tama Kodeînê” ji Tehranê, “Heybet” li bajarê Lengrûdê yê parêzgeha Gîlanê, “Tunebûn ji bo hebûnê” ji Merîwanê, “Plasma” ji Zahidanê û “Akostîk mîn” ji Sarîyê  li “Qada Rûdekî” ya li ber “Talara Wehdetê” tên pêşkêşkirin.

Her wiha şanoya nav kolanê ya bi navê “Bêwextî” ji Îsfehanê jî îro li “Eywana Întizarê” ya Metroya Welî-esrê tê pêşkêşkirin.

 

Serepeyv