Çile 30, 2023 10:04 Asia/Tehran
  •  Awirek li ser berhemên Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê - Pişka Diduyan

Îsal (2023) 24 berhem beşdarî Beşa Sînemayê ya Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê bûne.

Li gorî rapora Nour News’ê, Kurteya çîrokê û navê kargêr anku derhênerên Beşa “Sewdaya Sîmorxê” (Sewdaya Sîmirê) ya estîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê bi vî awayî ye:

“Çîroka Sîmayê ya netevav”

Kargêr: Elîreza Semedî

Kurteya Senaryoya Fîlmê: Dr. Areşê Sîmîn jiyaneke xwe ya serketî heye ku nûçeyek li nav torên civakî jiyana wî diguherîne.

“Serheng Sureya”

Kargêr: Leyla ‘Ac

Kurteya Senaryoya Fîlmê: Ev rê bi girînê venabe!

“Sînema Metropol”

Kargêr: Muhemed-Elî Başe-Ahenger

Kargêr: Seyid Hamid Hisênî

Kurteya Senaryoya Fîlmê: Serpêhatiya damezirandina sînemaya terikandî ya Metropola Abadanê di germegerma şer û dorpêça li ser bajêr da.

“Hejmara 10an”

Kargêr: Hemîd Zergernijad

Kurteya Senaryoya Fîlmê: Mêrek di mehên dawîn ên şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê di dehsaliya 1980î da ji aliyê hêzên iraqî va hatiye dîlgirtin û derbasî kampeke bixof li nêzikî sînor tê kirin û ....

“Perfûmdar” (‘Etr-Alûd)

Kargêr: Hadî Moqedem-Dost

Kurteya Senaryoya Fîlmê: Fehm û têgihîştina kurtederfeta jiyanê Elîyê ku feraset û pisporiyeke wî ya baş di çêkirina perfûman da heye û nêzik e ku bibe bav, tûşî pirsgirêkine nû tîne; ew hema di vê derfeta kurt da divê hemî karên xwe yên mayî bigihîne encamê û ...

“Xerîb”

Kargêr: Muhemed-Hisên Letîfî

Kurteya Senaryoya Fîlmê: “Xerîb” dîmenek e ji bûyerên Kurdistanê di salên 1358 û 1359an (Koça Hetawî); bûyerên ku bûn destpêka rêyekê ji bo veguherîna şehîd Muhemed Birocêrdî bo Mesîhê Kurdistanê.

“Saqoya Çermî”

Kargêr: Hisên Mîrza Muhemedî

Kurteya Senaryoya Fîlmê: Îsa Ferehmend karmendê rêxistinekê ji bo vekolandina binpêkirinên darayî li navendekê dibe memûr...

“Kaptan”

Kargêr: Muhemed Hemzeyî

Kurteya Senaryoya Fîlmê: Li beşa zarokên tûşbûyî bi Şêrpenceyê li nexweşxaneya Zarokan, du kurik bi navê Îsa û Elî ku xewn û xeyala ku bibin fûtbolîst di serê xwe da derbas dikin, dixwazin beriya dawîn emeliyata giran li ser Elî, bêyî ku pizîşk û perestar pê bihesin, xeyala xwe bikin rastî.

“Gulên Bawarde’yê”

Kargêr: Mêhrdad Xoşbext

Kurteya Senaryoya Fîlmê: Sala 1359an (1981) hevdem digel şerê sepandî ji aliyê Iraqê dijî Îranê, hejmareke endazyarên Palavgeha Niftê ya Abadanê hewl didin bi derfet û amûrên ku li nav palavgehê hene, palavgehên din tamîr bikin.

“Wabil”

Kargêr: Torec Eslanî

Kurteya Senaryoya Fîlmê: Şêniyên gundekî piştî rabûna lehî û laserê bêmal bûne û bi awayê demkî li rawestgeheke trenê ya kevn û terikandî dijîn; lê rûdanek rê û tûşa serpêhatiyên wan diguherîne.

“High Power”

Kargêr: Hadî Muhemedpûr

Kurteya Senaryoya Fîlmê: Çîroka rola Bergiriya Asimanî ya Artêşa Îranê di operasyona Wel-Fecra Heştan û însiyatîv û dahêneriya Şehîd “Mensûr Settarî”.

“Heft Biharên Narincê”

Kargêr: Ferşad Gul-Sifîdî

Kurteya Senaryoya Fîlmê: Çîroka evîna efsanewî ya “Şems” û “Tel’et”ê ...

“Hook”

Kargêr: Hisên Rîgî

Kurteya Senaryoya Fîlmê: “Şêrok” kurikek e ku xewn û xeyala lehengûbên di serê xwe da derbas dike û li ser pêşniyaza birayê xwe dikeve nav werzîşka Boksê.

“Yadigara Başûr”

Kargêr: Pidram Pûr-Emîrî, Hisên Dumarî

Kurteya Senaryoya Fîlmê: Divê mirov derbas bibe.

 

 

Serepeyv