Çile 30, 2023 09:17 Asia/Tehran
  •  Bi rawestana Real Madrîdê, Barselona bû qaremana nîvdemsala yekê ya La-Lîga’yê

Tîma Fûtbola Real Madrîdê li werzîşgeha Santiyago Bêrnabêû’yê nekarî ji hevrika xwe ya baskî bibe û bi vî awayî tîma Katalonyayê bû qaremana nîv-demsala-Lîga sereke ya Fûtbola Spanyayê ku wek “La-Lîga” tê naskirin.

Şeva derbasbûyî Tîma Real Madrîdê wek berevana qaremaniya La-Lîga’yê li werzîşgeha Santiyago Bêrnabêû’yê mazûvana Reala Sosiyedadê bû; ev pêşbirk bi encama sifir-sifir bi dawî hat.

Ev sêyemîn encama beranber a Real Madrîdê li nîv-demsala yekem a La-Lîga’yê bû û bû sebeb ku navbira wê digel Barselonaya di serê cedwela rêzebendiyê da anegorî hefteya pêş dîsan jî zêdetir bibe.

Di Cedwela Rêzebendiyê ya La-Lîga’yê da tîma Barselonayê bi 47 puenan di rêza yekê da ye û li gorî navbira zêde digel Realê, ev tîm bû qaremana nîv-demsala yekê ya La-Lîga’yê. Her wiha Reala Sosiyedadê jî bi vê pêşbirkê hejmara puenên  xwe gihande 39an û cîgeha xwe di rêza sisêyan a La-Lîga’yê da tesbît kir. Tîma Etlêtîko Madrîdê jî bi 34 puenan di rêza 4an da cih girtiye.

Wek pêşbirka herî dawî ya hefteya nozdehem a La-Lîga’yê, îşev Vîya-Real mazûvaniya Rayovaykano’yê dike.

 

Serepeyv