Çile 29, 2023 19:24 Asia/Tehran
  •  Belgefîlma “Keça Koçer” li “Festîvala Belgefîlmên Îranê” ya Fransayê

Belgefîlma “Keça Koçer” (Doxterê Koç) ji berhemên Radyo û Televîzyona navenda Îlamê li rojavaya Îranê, derbasî duwemîn dewreya “Festîvala Belgefîlmên Îranê” li Fransayê bû.

 Belgefîlma “Keça Koçer” berhema Rûhullah Ekberî û bi piştgiriya Rêveberiya Dabînkirin û Medyaya Navneteweyî ya Televîzyonê li “Festîvala Belgefîlmên Îranê” (Regards d’Iran festival), dê were êkrankirin.

Vê belgefîlmê bala xwe daye ser jiyana “Sûsen Reşîdî”, keçeke koçer ku tevî hebûna pirsgirêkên zav, çendîn dewereyan dibe qaremana Boksînga Îranê.

 Ev keçika hewil dide koçeran razî bike ku bin reşmal û konan ji keşên xwe re yarîgeha Kîk Boksîngê çêbikin, lê piraniya malbatan dijberê wê ne.

“Festîvala Belgefîlmên Îranê” ji 3 heta 5ê Sibatê bona nasandina belgefîlmênm îranî yên herî baş li Parîsê dê were lidarxistin.

 

 

Serepeyv