Çile 29, 2023 16:26 Asia/Tehran
  •  Awirek li ser berhemên Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê (2023) - Pişka Yekê

Îsal 24 berhem beşdarî Beşa Sînemayê ya Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê bûne.

Li gorî rapora Nour News'ê, Kurteya çîrokê û navê kargêr anku derhênerên Beşa “Sewdaya Sîmorxê” (Sewdaya Sîmirê) ya estîvala Navneteweyî ya Fîlman a Fecrê bi vî awayî ye:

“Wan ez dihebandim”

Amadeker û kargêr: Muhemedreza Rehman

Lîstikvan: Emîr-Hisên Arman, Mehsa Îsmaîlî, Şehram Qaidî, Nesîm Edebî, Elî Salihî, Hadî Teslîmî, Şîlan Medenî, Îrec Rehmanî, Emîr Ceferî, Leyla Bilûkat

Kurteya Çîroka Fîlmê: Jin û mêrek ji ber nexweşiya zarokê xwe tûşî pirsgirêkekê dibin.

“Axîna sar”

Kargêr: Nahîd Ezîzî SidqîAmadeker: Seyid Reza MuheqiqLîstikvan: Elî Baqirî, Îman Sidîq

Kurteya Çîroka Fîlmê: Zarok dide pey kînajotina xwe û tolhildanê ...

“Holika ji herî”

Kargêr: Muhemed Esgerî

Kurteya Çîroka Fîlmê: Di havîna sala 1989an da serpêhatiyeke evîndariyê di germegerma şêrr da diqewime û ...

“Mamoste”

Kargêr: Seyid Imad Hisênî

Kurteya Çîroka Fîlmê: Gulnûş Hedadî keça 24 salî û xwendekara çiqa mîmariyê ye û dixwaze ji bo zanîngeheke li Otrîşê apply bike ...

“Piştî çûyînê”

Kargêr: Reza Necatî

Kurteya Çîroka Fîlmê: Areş piştî demeke dirêj a dûrbûnê vedigere cih û warê bav û kalên xwe û li dû wendabûyiya xwe digerre ...

“Enîmasyona kurê jîr”

Kargêr: Hadî Muhemediyan, Bêhnûd Nikûyî, Muhemed-Cewad Cenetî

“Dosye vekirî ye”

Kargêr: Kiyomers Pûr-ehmed

Kurteya Çîroka Fîlmê: Ferhad nûciwanekî 15 salî ye ku bêyî ku bixwaze yekî dikuje...

“Daristana pirteqalan”

Kargêr: Arman Xwansariyan

Kurteya Çîroka Fîlmê: Sohrab Behariyan şanonamenivîsekî serneketî ye ku vê dawiyê bûye mielimê xwendingeha bilind anku Debîristanê. Xwendevan û rêveberê xwendingehê ji şêwaza tevger û reftara wî di dema hînkariyê da nerazî ne. Ew di  rêwîtiyekê da tûşî dîmeneke ji raboriya xwe dibe û ...

“Çima tu nagirî?”

Kargêr: Elîreza Mutemidî

Kurteya Çîroka Fîlmê: Elîreza piştî jidestdana birayê xwe nikare bigirî. Hevalên wî bi rêyên cûr bi cûr jê dixwazin ku bigirî.

“Li hembêza darê”

Kargêr: Babek Xwace-Paşa

Kurteya Çîroka Fîlmê: Qeyrana lihevalyayî ya jiyana Kîmya û Ferîd ku 12 sal bi ser zewaca wan ra derbas dibin, cîhana xweşik a zarokên wan tevlihev dike. Zarokên ku ti tiştekî ji bilî sadetî û dilovaniyê di jiyanê da nas nakin.

 

 

Serepeyv