Şanoyeke bi mijara malbateke kurd a iraqî li Mêhrigana Navnetewî ya Fecr`ê hat bijartin
Çile 28, 2023 17:01 Asia/Tehran
Şanoya bi navê Hemî Keçên Min ku basa malbateke kurd a iraqî dike, li Mêhrigana Navnetewî ya Şanoyan a Fecr`ê hat bijartin.
Şanoya Hemî Keçên Min ku Mêhdî Qasimzade amade kirîye û Rehman Qedemî jî kargêrîya wê kirîye, di dewra çil u yekê ya Mêhrigana Navnetewî ya Şanoyan a Fecr`ê da çend xelatên girîng bi dest xistin.
Akterên ji şarê Sarî navenda parêzgeha Mazenderanê li bakura Îranê di vê şanoyê da rol wergirtine û salixîya rewşa malbateke kurd a iraqî dikin.
Şanoiya Hemî Keçên Min çend xelatên girîng ên Mêhrigana Navnetewî ya Şanoyan a Fwcr`ê bi dest xistin ji heykela mêhriganê di beşa kargêrîyê da, dîploma şanazîyê û xelatê diravî.