Çile 26, 2023 16:44 Asia/Tehran
  •   Roja herî qelebalix li Festîvala Fecrê; Fûtbola Îlamîyan bala temaşevanan kişand!

Pêncemîn roja dora çil û yekê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Fecrê jî bi rê va çû û gelek şano di beşên ser dikê û yên kolanê hatin pêşkêşkirin.

Di roja pêncem a dora çil û yekê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Fecrê da salûna sereke ya Navenda Şanoya Bajêr a Tehranê mazûvaniya Şanoya “Kornêr li bin Darên Berûyê” ji Îlamê kir; şanoya ku Esxer Xelîlî nivîskar û derhênerê bûn.

Mijara vê şanoyê fûtbol bû û berovajî rewşa van rojan a fûtbola welêt, li werzîşgeheke vala û bêtemaşevan nehta pêşkêşkirin. Ev şano li gorî rûdana rasteqîn a bombebarana erda fûtbolê ya “Çewar”ê  hatiye çêkirin.

Roja 23ê Behmena 1365an hevdem digel 12ê Sibata 1987an pêşbirkeke fûtbolê di navbera du tîmên bijartî yên Çewar û Îlamê dihat lîstin; hîn 10 deqîqe ji nîveka duyem a pêşbirkê derbas nebûbûn, balefirên şêrr ên iraqî erda fûtbolê tevî gişt lîstikvan û temaşevanan dan ber bombeyan. Di encama vê bûyerê da 10 lîstikvan, sê zarok, hekemek û temaşevanek şehîd bûn û 6 kes jî birîndar bûn.

Şanoya “Kornêr li bin Darên Berûyê” di 55 deqîqeyan da hat pêşkêşkirin.

 

 

Serepeyv