Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Fecrê; Pişikdarîya berbiçav a 7 jinên derhêner
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i339051-festîvala_navneteweyî_ya_Şanoya_fecrê_pişikdarîya_berbiçav_a_7_jinên_derhêner
7 xatûnên prodoktor û derhêner ên îranî di beşên curbicur ên ‘‘Xelata mezin a dîkê’’, ‘‘Navneteweyî’’ û “Mêvanên taybet’’ ên dora Çil û Yekem a Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Fecrê da pişikdar bûne.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çile 25, 2023 14:54 Asia/Tehran
  • Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Fecrê; Pişikdarîya berbiçav a 7 jinên derhêner

7 xatûnên prodoktor û derhêner ên îranî di beşên curbicur ên ‘‘Xelata mezin a dîkê’’, ‘‘Navneteweyî’’ û “Mêvanên taybet’’ ên dora Çil û Yekem a Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Fecrê da pişikdar bûne.

Di dora Çil û Yekem a Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Fecrê da 113 berhem di beşên şanoyên radyoyî, pêşbirka mezin, pêşnirka şanoya kolanê, pêşbirka şanoya navneteweyî, pêşbirka nivîsîna senaryoya şanoyê, beşa lêkolîn û pêşbirka beşa çavxişandinê li Tehranê di halê lidarxistinê da ye.

Herçend ku jinên hunermend li pişt û pêş dîka şanoyê wek akter, girîmor, nivîser bibandor in û rolê werdigirin, lê dema wek derhêner rêvebirîya hunerî ya komê digirin destê xwe, pişikdarîya wan zêdetir girîng dibe.

Mehsa Bayramzade, Faize Noabadî, Nêda Qorbanîyan, Seîde Acorbendîyan, Azade Azadnîya, Perîya Emînî û Sanîya Acêlî ji wan jinên derhêner in ku di vê dora Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Fecrê da beşdar bûne.