Ji bo Nîvfînala Lîga Gelên Ewropayê pişke hat kişandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i339050-ji_bo_nîvfînala_lîga_gelên_ewropayê_pişke_hat_kişandin
Ji bo qonaxa nîvfînala Lîga Gelên Ewropayê ya Fûtbolê pişke hat kişandin û 4 tîmên sereke yên vê parezemînê hevrikên xwe nas kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 25, 2023 14:16 Asia/Tehran
  • Ji bo Nîvfînala Lîga Gelên Ewropayê pişke hat kişandin

Ji bo qonaxa nîvfînala Lîga Gelên Ewropayê ya Fûtbolê pişke hat kişandin û 4 tîmên sereke yên vê parezemînê hevrikên xwe nas kirin.

Li gorî rapora Fars News'ê, Di vê qonaxê da tîma Krowasiyê dê biçe pêşberî Holendê û Îtalya û Spanya jî dê rûbirûbûneke din a mezin li fûtbola Ewropayê tecrube bikin.

Pêşbirka yekem di navbera Holend û Krowasiyê da dê roja 14ê Hezîrana 2023an li Werzîşgeha De Kuip'ê ya bajarê Rotterdamê ş pêşbirka Îtalya û Spanyayê jî dê roja 15ê wê mehê li Werzîşgeha De Grolsch Veste'yê ya bajarê Ensxedeyê were lidarxistin.

Pêşbirka Fînalê jî dê roja 18ê Hezîranê li Rotterdamê û ya Rêzebendiyê heman rojî li Ensxedeyê were lidarxistin.

Di du dorên berê yên vê Tûrnemintê da tîmên Portegal û Fransayê bûne qareman.