Çile 24, 2023 14:26 Asia/Tehran
  • Hekema portegalî ya fûtbolê Karta Sipî nîşan da

Di pêşbirkeke Lîga Fûtbola Jinan a Portegalê da hekema pêşbirkê Karta Sipî nîşan da.

Hekemên fûtbolê bi giştî kartên Zer û Sor ji bo cezakirina fûtbolîstên binpêker bi kar tînin û Karta Sipî gelekî kêm di dîroka vê werzîşê da hatiye bikaranîn.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Di pêşbirka roja Yekşçemiyê ya navbera tîmên Bênfîka (Benfica) û Sportînga Lîsbonê da ku di çarçova Lîga Fûtbola Jinan da hat lidarxistin, hekema pêşbirkê Karta Sipî ji berîka xwe derxist.

Dema ku rewşa bedenî ya fûtbolîstekê xedar bû û êdî nekarî lîstina xwe bidomîne, kadroyên pizîşkî yên her du tîman bilez xwe gihandine nav erda pêşbirkê û dest bi tedawîkirina wê kirin; Di vê navberê da hekema pêşbirkê wek sipasiya ji vê tevgera kadroyên pizîşkî, Karta Sipî nîşanî wan da.

Karta Sipî cara yekem di sala 1970î da û ji bo nîşandana lîstina bi comerdî û hewldana ji bo baştirkirina nirxên exlaqî di werzîşê da li kartên Zer û Sor zêde bûye.

 

Serepeyv